Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(S.X)-ABNA-Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê berê yê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, îro Înê 21 Kanûnê, li kêleka pêşangeha navneteweyî ya pirtûkan a Bexdayê û li civîna "Diplomasî di dema şer û paşeroja herêmê" de, gotarek pêşkêş kir. Wî di vê hevdîtinê de got: Grûpên berxwedêr ên navçê ne ji bo berjewendiyên Îranê, belkî ji bo berevaniya ji ax û azadiya xwe şer dikin û Îranê tenê rola piştevaniyê lîstiye.
Zerîf amaje bi lêçûnên giran ên Îranê bo piştgirîkirina van girûpan kir û got: Di heyama 45 salên derbasbûyî de ji aliyê hêzên me yên wekaletê ve ji bo berjewendiyên Îranê yek guleyek jî nehatiye avêtin. Wî berxwedan weke diyardeyeke xwezayî ya ku ji ber dagirkeriyê derketiye nirxand û destnîşan kir ku Îran ne afirînerê van çeman e û ne jî dikare wan ji holê rake.
Piştgiriya Îranê ji bo pirsgirêkên Ereban
Wî her wiha got: Îranê ji hemû welatên erebî zêdetir ji mijarên navçê bi taybetî Filistînê piştgirî kiriye û dorpêçên ku li ser Têhranê tên sepandin tenê tenê li bernama navokî nîne, belkî ji ber piştgiriya wê ji eksena berxwedanê ye.
Zerîf di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku Îran ne li dû serweriya navçeyî ye, belku dixwaze herêmeke bihêz ava bibe ku Îraq, Erebistan û welatên din bikarin bergiriyê li xwe bikin. Îran ji sînor û erdnîgariya xwe razî ye û dixwaze li gel dost û birayên xwe yên herêmê bijî.
Pêşniyarên hevkariya herêmî
Wezîrê berê yê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser însiyatîfên wekî "Mudet" ji bo diyaloga Îslamî û "Minare" ji bo lêkolînên hevpar ên aştiyane yên navokî û destnîşan kir: Çareserkirina qeyranên Rojhilata Navîn hewcedariya yekitiya welatên navçê û ders ji rabirdûyê heye.
Wî li dawiyê dagîrkirina Rejîma Siyonîst koka sereke ya qeyranên navçê da zanîn.
Jêder: Bexdad Al-yewm
........
Dawiya peyamê/
Tags
Zarîf
Bexda
Filistîne
Îsraîl
Your Comment